Guterres: Li Îranê darvekirin, îskence û zextên ser civaka sivîl didomin

19 sibat 2020 00:39
Guterres: Li Îranê darvekirin, îskence û zextên ser civaka sivîl didomin

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, doh 18ê Sibatê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên Îranê de raporek belav kir.

Guterres ragihand ku li Îranê cezayê darvekirinê ji bo zarokan dewam dike û cezayê demdirêj li parêzvanên mafên mirovan tên birîn , herwiha zextên li ser rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl jî didomin.

Guterres got: “Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbuyî li Îranê, îşkence, binçavkirina derveyî yasayan, zextên li ser jinan û civaka sivîl piştrast kiriye û hinek rojnamegevanên hatine girtin jî di zindanan de nayên derman kirin.”

NY berî niha jî derbarê rêjeya zêde ya darvekirinên li Îranê de, nerazîbûn nîşan dabû û wekî kiryarên ‘cihê metirsiyê’ dabû zanîn.