‘Gule ya mandî’ ji aliyê Sûriyê hat, li navça Qarqamîsê li mirovekî ket û kust
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça Qakqamîşê (Karkamış), gule ya ji aliyê Rojava de an ku Sûriyê de hat, li kesekî bi navê Mehmet Caymaz ku li qerexê çemê Firatê rûdiniştibû, li singa wî ket û dijwar birîndar bû. Hat gotin ku gelek gule hatine aliyê Qarqamîşê û yek ji wan gulan li Mehmet Caymaz ketiye.
Gula ku wekî teknîkê bi navê ‘Gule ya mandî’ tê binavkirin, bi çi armancê û ji aliyê kê de hatin avêtin nehat zanîn. Li ser birîndarbûna Mehmet Caymaz, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê û Mehmet Caymaz bidin nexweşxana dewletê ya bajarê Nizipê.
Mehmet Caymaz li nexweşxanê can da û lêkolîna bûyerê dewam dike bê gule bi aramncê û ji aliyê kê de hatiye berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin