Gule li otomobîla parlamentera HDPê hat resandin
14 sibat 2022 18:19
PeyamaKurd – Otomobîla Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, ji aliyê kesên nehatine naskirin ve rastî êrîşeke bi çekê hat.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, dema parkirî bûye guleyek li cama paş a otomobîla Ayşe Surucu ketiye û qalikê guleyê jî di nav bagaja otomobîlê de hatiye dîtin.
Piştî ku Surucu çûye cem otomobîla xwe dîtiye ku gule li otomobîla wê hatiye reşandin û hêzên ewlehiyê agahdar kirine û piştre polîsan lêkolîn di nav otomobîlê de kiriye.
Hat ragihandin ku derbarê bûyera ku 50 metreyan nêzîkî otomobîleke polîsan pêk hatiye de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pevçûn li nêzî Qesra Spî: Gule li ser çekdarekî hat resandin
09 adr 2025
Jiyan
Li Sûdanê bi guleyan êrîsî otomobîla serbalyozxaneya Tirkiyê kirin
06 gln 2023
Cîhan
Li Dîlokê ji wesayîtê gule hatin resandin: 8 birîndar
14 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin