“Grûbên çekdar zorê didin Tirkiyê û ew jî dixin aliyê me”

14 hezîran 2020 03:08
“Grûbên çekdar zorê didin Tirkiyê û ew jî dixin aliyê me”

PeyamaKurd- Li ser gotina wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû ‘li ser axa Îranê PKK yî hene’, fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê yê Îranê tûxgeneral Muhammed Pakpûr bersivê da Soylu. Pakpûr li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê, di dema seredana yekîneyên leşkerî de bersiva Sulayman Soylu weha da:

“Ev gotin bêberpirsiyariye, em dibêjin bê binyate û em red dikin. Li ser sînorên me yên hevpar, di navbera hêzên me yên çekdar yên her dî aliyan de têkiliyên baş hene. Lewra berya ku rêvebirên Tirkan şiroveyan bikin, divê rastiya mijaran di rêyên fermî de, bi mekanîzmayên ku tên qebûlkirin de, bila bişopînin.”

Pakpûr bo ajansa Mehrê di mijarê de axifî bû û ajans weha ragihand:

“Hebûna terorîstan ya li ser axa Komara Îslamî ya Îranê xeta me ya sor e. Operasyonên grûbên çekdar yên li ser axa Tirkiyê li ser rêvebiriya Tirkiyê zorê dikin û zorê dide rêvebiran da tiştekî weha bêjin.