Çekdarên Hizbullahê li xwe mikur hatin: Me bi zorê dişînin şer
Artêşa Îsraîlê îtîrafên çekdarên Hizbullahê yên ku di operasyonên li Lubnanê de hatine girtin, belav kirin. Endamên Hizbullahê yên dîlgirtî diyar kirin ku ew bêyî dilê xwe bi zorê hatine şandin şer û Hizbullah tenê ji bo berjewendiyên Îranê şer dike.
RûpelNews - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand di dema operasyonên bejayî yên li başûrê Lubnanê de, wan komek endamên Hizbullahê girtine ku plan dikirin bi moşekên dijî tankan li dijî hêzên Îsraîlê êrîş bikin.
Endamên Hizbullahê ku hatin dîlgirtin li xwe mikur hatin û gotin: “Mirûz û morala çekdarên Hizbullahê gelek “xerab e.
Yek ji çekdarên Hizbullahê jî got: “Hizbullah tenê ji bo piştgiriya rejîma Îranê û ji bo tolhildana Ali Xameneyî ket nav vî şerî.”
Yek ji wan dîlgirtiyên di destê Îsraîlê de ye diyar kir piranî çekdarên Hizbullahê naxwazin beşdarî şer bibin lê bêyî dilê xwe bi zorê hatin şandin eniyên şer.
Dîlgirtiyekî jî got: “Taqat û mecala kesinlikle nema ku şer bike. Ev sal û nîvek e di vî şerî de rewş her diçe xerabtir bû. Kes newêre ji Hizbullahê re bêje, ‘Ez naxwazim herim şer, çimkî bi zext û zorê merivan dişînin şer.”
