Graham: Wê Herêma Ewle ne leskerî be û di bin çavderiya navdewletî de be

21 cotmeh 2019 02:07
Graham: Wê Herêma Ewle ne leskerî be û di bin çavderiya navdewletî de be

PeyamaKurd - Senatorê Amerîka yê bihêz Lindsey Graham ragihand ku herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de dibe û ew ligel Kurdan navçeyên petrolê diparêzin û rê nadin bikeve destê Îran û Esed.

Graham diyar kir, (dê herêma ewle ne leşkerî be, di bin çavderiya navdewletî de be, esmanê herêma ewle ji aliyê Amerîkayê ve bê kontrol kirin) û dê metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê jî li ber çavan bigirin.

Lindsey Graham di hevdîtinekê ligel kenala “Fox News” a Amerîkî de eşkere kir, şeva borî bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya û ew geşbîn bû ku çareseriyeke siyasî ya dîrokî li Sûriyê tê kirin.

Graham got: "Trump diyar kiriye ku plan ew e, herêmeke ewle ya ne leşkerî di navbera Tirkiye û Kurdan de bi çavdêriya hêzên Amerîkî û navdewletî bê avakirin."

Destnîşan kir jî, Amerîka dê ji aliyê esmanî ve jî çavdêriya herêmê bikin, lê dê metirsiyên Tirkiyê jî li ber çav werin girtin.

Graham got: "Rêza Turmp ji hevkarî û qurbaniyên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de heye û dixwaze dilniya be ku DAIŞ careke din venegere, ji ber wê jî di hevahengiya bi Kurd re berdewam dibin, ji ber ku berjewendiya netewî ya Amerîka diparêze."

Herwiha aşkere kir jî, Turmp dixwaze bi hevkariya Kurdan navçeyên petrolê biparêze û dê dahata wê jî ji bo operasyonên li dijî DAIŞê be û da zanîn, nabe ew navçe jî bikevin destê Esed û Îranê.

Graham tekezî li ser piştevaniya Kurdan kir û got: "Heger em pişta xwe bidin Kurdan, bêgûman DAIŞ dê careke din serê xwe hilde."