Graham: Nabe Rûsya, Tirkiye û Esed herêma aram birêve bibin
PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî yê Komarî Lindsey Graham, ku beşdarî civîna Serokên Amerîka û Tirkiyê bûbû ragihand, ku Erdogan videoyek nişan daye ku endamên PKKê êrîş dikin. Wî jî jê re gotiye dixwaze videoyên êrîşên Tirkiyê bi ser Suriyê de jî, nîşan bidin.
Lindsay Graham amaje kir, ku navçeya aram dixwazin lê nabe Tirkiye, Rûsya û Esed birêve bibin.
Got jî, YPG û Kurd di alîkarîkirina Amerîka dijî DAIŞê qurbanî dan e. Graham got, dixwazin ku pêwendiya wan ligel Tirkiyê hebe, lê tu caran rê nadin perala S400 werbigre, jiber ku li dijî berjewendiyên Amerîka û balefirên F35 ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin