Google hesabên fermî yên Îranê asteng kirin...
PeyamaKurd – Tora herî mezin a cîhanê li ser înternetê Google, hesabên fermî yên gmail û youtube yên Televizyona Dewletê ya Îranê asteng kirin.
Li gorî daxuyaniya Press TVya Îranê, Google hesabên Press TV ya îspanî û televizyona dewletê Hispan TVyê ji bikarhênerên înternetê re asteng kirin ku nikaribin xwe bigihînin wan hesaban.
Beriya niha jî tora parvekirinên civakî Instagram ku di bin banê Facebookê de ye, hesabên fermandarê Hêza Qûds Qasim Suleymanî jî di nav de hesabên gelek rêveberên dewleta Îranê bi hinceta ku ji aliyê Amerîkayê ve ketine lîsta reş a terorê girtibûn.
Hêjayî gotinê ye, google ragihand ku bi hinceta ku rêzikên kompaniyê binpê dikin ew hesab hatine asteng kirin û ew dezgeh niha nikarin vîdyo û nûçeyên nû li ser wan hesabên gmail û youtubeyê bar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin