Amerîkayê bang li torên medya civakî kir: Hesabên lîderên Îranê asteng bikin
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li platformên medya civakî yên Twitter, Facebook û Instagramê kir ku heta Îranê înternetê bi ser hemwelatiyên xwe de ji nû ve bernede hesabên rayedarên Îranê asteng bikin.Ji ber xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma îranê ku li gorî amarên Amnestyê 115 kesan jiyana xwe ji dest daye, înternet jî bi ser xelkê Îranê de hatiye girtin ku agahiyên zelal ji xwepêşandan û qurbaniyên wan nayên.
Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Îranê ji Wezareta Derve Brian Hook ji Bloombergê re ragihandiye, "Îranê rejîmeke gelekî durû ye. Berpirsên wê hesabên medya civakî bikar tînin, lê li ser xelkê jî dibirin.”
Hook bang li sepanên medya civakî kir ku hesabên serokê rejîma Îranê Alî Xamaneyî, Wezîrê Derve Cewad Zerîf û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî asteng bikin.
Hook, bal kişand ser ku rejîma Îranê înternetê qut dike ji bo ku kuştinkariya xwe û trajediya ser xwepêşanderan veşêre.
Protestoyên Îranê Îranê 15ê Mijdarê bi hinceta bihabûna nirxa benzînê dest pê kiribûn û li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin