Amerîkayê ji ber metirsiya ewlehiyê ya ji karketina torên civakî dest bi lêkolînê kir
PeyamaKurd – Amerîkayê ji ber metirsiya ewlehiyê ya ji karketina torên civakî, dest bi lêkolînê kir. Hin çavkaniyên din ên nûçeyan jî qala hackkirineke mezin dikin.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, li ser gumana gef û metirsiyên ewlehiyê yên ji karketina torên civakî li cîhanê, dest bi lêkolînê dikin.
Ev pêşketin berî çend saetan ji ber ji karketina torên civakî yên Facebook, Instagram û tora pêwendiyan a Whatsappê li hemû cîhanê pêk hat.
Kompaniya Facebookê jî bi fermî ji karketina application a Facebook, Instagram û Whatsappê ragihand. Herwiha Whatsapp û Instagramê di tora xwe ya civakî Twitterê de jî ji karketina xwe ragihandin.
Ji aliyê din ve malpera ‘‘Privacy Affairs’’ da zanîn, zanyarî hene derbarê bûyereke hackkirineke dîrokî û pir mezin de, dibe ku zanyariyên zêdetir ji milyarek û 500 milyon bikarînerên torên civakî yên Facebookê hatibine hackkirin û nûçe jî hene derbarê bazarkirin, kirîn û firotina wan zanyariyan di torên veşartî de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin