Geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Ewropayê îro dest pê dikin

11 nîsan 2026 11:16

Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyariyê yên Kurdistanê, Lawen Memundî ragihand ku geştên asmanî yên rasterast ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Ewropayê ve dest pê dikin.

Geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Ewropayê îro dest pê dikin

RûpelNews - Memundî di daxuyaniyekê de diyar kir ku biryar e saet îro 16.00ê geştên rasterast dest pê bikin. Di qonaxa yekem de geştên asmanî bo bajarê Dusseldorfê li Almanya û bajarê Stenbolê li Tirkiyeyê têne encamdan.

Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyariyê her wiha destnîşan kir ku ev geşt dê bi awayê çûn û hatinê bin (her du alî), ango ji Dusseldorfê bo Hewlêrê û ji Hewlêrê bo Dusseldorfê, her weha ji bo Stenbolê jî bi heman awayî geşt dê berdewam bikin. Ev pêngav wekî nîşaneya asayîbûna geştên asmanî yên herêmê tê nirxandin.