"Gerîlayên PKKê tevlî hêzên Hesda Sebî dibin!"

20 cotmeh 2018 02:32
"Gerîlayên PKKê tevlî hêzên Hesda Sebî dibin!"

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya endamên PKKê li Herêma Kurdistan û Iraqê, beşdarî nav Heşda Şebî bûne.

Ajansa nûçeyan a Sputnik a Rûsî nûçeyek belav kir û di wê nûçeyê de hat ragihandin ku li nav sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê hejmareke zêde ya endamên PKKê yên Êzdî beşdarî nav fewca ‘Elnesrul Mubîn’ a Heşda Şebî bûne û taybet jî endamên jin ên PKKê ne.

Fermandarê fewca Elnesrul Mubîn Seîd Hisên ji ajansa navborî re eşkere kir ku tenê li wan heyamên dawîn 100 endamên PKKê ku bi ser ‘Hêzên Berxwedana Şingalê’ ve ne û piraniya wan endamên jin in, derbasî nav wê fewca Heşda Şebî bûne.

Wî fermandeyî ragihand ku Elnesrul Mubîn taybet ji endamên PKKê yên Êzdî pêk tê li Şingalê û got ku niha 330 endamên Êzdî li xwe girtine.

Li gor wê ajansê hikûmeta Iraqê du rê dane ber wan endaman ku an li nav Heşda Şebî bimînin û yan jî derbasî nav Artêşa Iraqê bibin û li gor wî fermandeyî endamên PKKê xwestine ku li nav Heşda Şebî bimînin.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê ya baskekî YNKê li Kerkûkê ku beşeke mezin a Kurdistanê di encama wê xiyanetê de hat dagirkirin, endamên PKKê yên li Şingalê jî li gel Heşda Şebî tevgeriyan û ligel wan li devera Şingalê bicih bûn.