Gera sesan a danûstandinên Vîyena berdewam e: Pêwîstî bi çend hefteyan heye!

13 hezîran 2021 23:22
Gera sesan a danûstandinên Vîyena berdewam e: Pêwîstî bi çend hefteyan heye!

PeyamaKurd – Li paytexta Avusturya Vîyenayê gera şeşemîn  a danûstandinên vegera li Peymana Nukleerî ya Amerîka û Îranê berdewam dikin.

Di wan danûstandinan de, berpirsên payebilind ên Çîn, Almanya, Fransa, Brîtanya û Rûsyayê ji bo çalakkirina Peyamana 2015an a Nukleerî ya ligel Îranê gotûbêjan berdewam dikin.

Nûnerê Rûsyayê Mikhail Olyanov ragihand ku dibe pêwîstiya danûstandinan bi çend hefteyên din hebe, daku ew bigihin bingeheke hevbeş.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Alan Miten jî eşkere kir ku pêşveçûn heye di danûstandinan de.

Serokê berê yê Amerîkyê Donald Trump sala 2018an ji rêkeftina nukleerî ya ligel Îranê vekşiyabû û cezayên nû bi ser Îranê de sepandibû.

Lê belê rêveberiya nû ya Amerîkayê ya seroktiya Joe Biden, dixwaze vegere rêkeftinê û naveroka peymanê hîn berfirhtir bike ku moşekên balîstîkî jî lixwe bigire. Îran wek mercê serek bo vegera li peymanî rakirina hemû dorpêç û cezayan dide pêş.