'Ger Silêmanî bibe herêmeke xweser wê lawaz bibe û statuya Kurdistanê jî namîne'

11 rêbendan 2021 21:40
'Ger Silêmanî bibe herêmeke xweser wê lawaz bibe û statuya Kurdistanê jî namîne'

PeyamaKurd – Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ji Tevgera Goran Kerîm Elî, li ser daxwazên hin aliyan ên derbarê wekî herêmeke xweser cudakirina Silêmaniyê got, ku heger tiştekî wiha bê kirin ne Silêmanî wekî xwe dimîne ne jî statuya Herêma Kurdistanê dimîne.

Kerîm Elî, li ser nerazîbûna hin aliyan ji çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ku niha behsa herêmkirina Silêmaniyê dikin got, “Em li dijî wê ne Silêmanî bibe herêmeke xweser. Eger dixwazin dahatê kom bikin bila bi rêya bicihanîna qanûna çakasaziyê vê yekê bikin ne bi herêmkirina Silêmaniyê.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Kerîm Elî li ser mijarê destnîşan kir, heger herêmkirina Silêmaniyê bi ser bikeve wê çaxê tiştek bi navê Herêma Kurdistanê namîne û pêgeha Silêmaniyê jî dê lawaz bibe.