Generalê Sûrî: Sêmalka di bin kontrola dewletê de ye

07 sibat 2026 14:27

Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwab Elî ragihand ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê yê stratejîk "di bin kontrola dewletê de ye" lê paşeroja wî dê di gotûbêjên navbera Şamê û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de diyar bibe.

Generalê Sûrî: Sêmalka di bin kontrola dewletê de ye
RûpelNews -

Merwan Elî her wiha got ku jiyan dê li Kobaniyê di demeke nêzîk de asayî bibe.

Merwan Elî piştî serdana parêzgarê nû yê Hisîçayê Nûredîn Îsa, li gel berpirsê Hêzên Asayîşa Navxwe Siyamend Efrîn daxuyaniyek da rojnamegeran.

Merwan Elî civîn wekî "gelekî erênî" bi nav kir û ragihand ku ew êdî derbasî qonaxa bicihanîna peymana di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûne.

Dewirkirina balafirgeh û zeviyên petrolê

Merwan Elî da zanîn ku sê xalên yekem ên peymanê (agirbest, avakirina xalên ewlehiyê û hevahengî) bi serkeftî hatine bicihanîn.

Elî tekez kir ku qonaxa bê dewirkirina cihên stratejîk e û wiha got:

"Me li ser gavên bên avêtin li hev kir. Em dest bi pêvajoya dewirkirina Balafirgeha Qamişloyê û zeviyên petrolê yên Rimêlanê dikin. Ji bo ku alozî bi temamî ji holê rabe, dê hêzên leşkerî yên her du aliyan vekişin baregehên xwe û cihê xwe ji bo yekîneyên asayîşa navxwe bihêlin."

Rewşa li Kobanî û Şedadê

Fermandarê Sûriyeyî Merwan Elî amaje bi wê yekê kir ku li herêma Şedadê ti kombûneke leşkerî nîne û wan peyama aramiyê daye xelkê.

Merwan Elî derbarê rewşa li Kobaniyê jî wiha axivî:

"Mijara Kobaniyê, bi Qamişlo û Hisîçayê re yekpare ye. Hêzên Asayîşê derbasî herêma Şiyûxê bûn û di demeke pir nêz de dê hêzên ewlehiyê derbasî navenda bajarê Kobaniyê jî bibin. Bi vekişîna yekîneyên leşkerî re, jiyana li bajêr dê bi temamî asayî bibe."

Rewşa koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî

Elî derbarê xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî agahî da û got ku hemû koçber dê bi serbilindî vegerin.

Merwan Elî diyar kir ku ji bo vê armancê, xebatên teknîkî û lojîstîkî dest pê kirine da ku malên ku niha ji aliyê kesên din ve tên bikaranîn, bên valakirin û radestî xwediyên wan ên resen bên kirin.