Amerîka: Sûdanî soz daye çekan bixe kontrola saziyên dewletê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, di civîna rojane ya li Koşka Spî de, li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kêfxweşiya xwe anî ziman û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pîroz kir.
Ned Price got: “Ew li bendê ne, ji bo şirîkatiyeke bi ewle û îstiqrar, bi hikûmeta nû re bixebitin.”
Herwiha diyar kir ku wê Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan piştgiriya Iraqê bike û li ser komên milîsên çekdar jî got: “Sûdanî soz daye ku çekan bixin jêr kontrola saziyên dewletê.”
Price da zanîn, gelê Iraqê bidawîkirina gendeliyê û xizmetên hatine başkirin ên dewletê heq dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin