Generalê Amerîkî: Armanca me li Rojava nehistina rûbirûbûna Tirkiye û HSDê ye
PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, General Kenneth Ekman derbarê xebatên hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyê bi vîdyokonferansekê daxuyaniyên girîng dan.
General Kenneth Ekman, diyar kir Tirkiye ji bo berjewnediyên xwe li hin deverên Rojavayê Kurdistanê ye, armanca Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî ew e ku nehêlin rûbirûbûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û endama NATOyê (Tirkiye) de çêbibe.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş di Hevpeymaniya Navdewletî de ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi awayekî berfireh alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dike ji bo jinavbirina paşmayên DAIŞê li Sûriyê.
Kenneth Ekman got: “Hevpeymaniya Navdewletî ji bo misogerkirina jinavbirina DAIŞê li Sûriyê ye. Em rojane li pey paşmayên DAIŞê diçin û beşeke zêde ya wî karê xwe jî em bi alîkariya hêzên Sûrî yên hevpeymanên xwe dikin.”
Fermandarê Amerîkî li ser şer û nakokiyên navbera HSD û Tirkiyê de jî wiha axivî:
“Tirkiyê berjewendiyên xwe hene, di nav de jî berjewendiya ewlehî li nav bakurê Sûriyê. Armanca me jî bi zelalî ev e ku di navbera me û wan de nakokî çênebe. Weke hûn bi xwe dizanin, gelek milmilamnî li bakurê Sûriyê çêdibin, armanca me ev e, ku ti cure rûbirûbûnek li gel wan hêzên Sûrî û wî hevpeymanê NATOyê de çênebe. Herwiha em gelek ji nêzîk ve çavdêriya tevgerên hêzên Tirkiyê dikin, daku ti bûyereke nexwestî di navbera me de çênebe.”
Kenneth Ekman behsa hemahengiya di navbera hêzên wan û hêzên Rûsya de jî kir û got, ji bo ku ti aloziyek di navbera hêzên herdû aliyan de çênebe, ew berdewam li gel hêzên Rûs di nava hemahengiyê de ne û destnîşan kir, Rûsya jî rêzê li protokolên serbazî yên Amerîkayê digire.
Ekman bal kişand ser wan aloziyên navbera hêzên rûsî û Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir: “Gelek kêm alozî di navbera karwanên serbazî yên Amerîka û Rûsyayê de çêdibe. Bi qasî me têbînî kiriye, Rûsya bi awayekî baş pabendî wan protokolan e ku me danîne. Herwiha pabendî yasayên hatin û çûnê ne ku li ser asta taktîkî di navbera karwanên herdu aliyan de hatine danîn. Gelek kêm jihevtênegihîştin di navbera me de çê dibin, ku bibin sedema tirs û şepirzebûnê di nava hêzên me de.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin