Gelo Sekreterê Encûmena Ewlekariya Îranê hat kuştin?
Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê de hat îddîakirin Sekreterê Encûmena Ewlekariya Îranê Alî Larîcanî hat kuştin.
|
Türkçe
RûpelNews - Di roja 18emîn a şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê de medyaya Îsraîlê îddîayeke balkêş belav kir. Hat îddiakirin bi şev êrîşeke mezin li Tahranê hat kirin û di encama vê erîşê de Sekreterê Encûmena Ewlekariya Îranê ku yek ji girîngtirîn serkirdeyê vî welatî ye Alî Larîcanî hat kuştin.
Li ser îddîaya kuştina Larîcanî daxuyaniyeke fermî ji hêla Îsraîlê nehat lê lêkolînên Tel Avîvê li ser vê mijarê didome.
Îranê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û îddîaya kuştina Larîcanî red kir.
Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê ragihand Fermandarê Hêzên Besîc yê bi ser artêşa Pasdarên Îranê Gulam Riza Suleyman hat kuştin.
