Rubio daxuyanî da: Gelo Amerîka û Îranê lihev kirin?
Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio diyar kir ku di danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de pêşketin çêbûye, û lê zêde kir ku îro dibe ku geşedanên nû çêbibin.
RûpelNews - Rubio, ku li New Delhi, paytexta Hindistanê, ji rojnamevanan re axivî, got ku têkiliyên di navbera aliyan de berdewam dikin.
Tengava Hurmuiz û danûstandinên atomî di rojeva danûstandinan de ne
Rubio destnîşan kir ku pêşniyarên derbarê ji nû ve vekirina Tengava Hurmiz û danûstandinên atomî de li ser maseyê ne, û lê zêde kir, "Ez hêvî dikim em ê bigihîjin vê yekê."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew şeva borî li benda pêşketinekê bûn lê pêvajo hêj bi dawî nebûye.
"Pêşketineke berbiçav heye, lê peyman hêj nehatiye encamdan"
Marco Rubio diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê "peymaneke xirab neke", û lê zêde kir ku hemû derfetên ji bo çareseriyeke dîplomatîk tên vekolîn.
Rubio her wiha diyar kiribû ku dibe ku di heman rojê de piştî hevdîtina wî ya duh a bi Wezîrê Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar re, daxuyaniyên din derbarê Îranê û Tengava Hurmizê de werin dayîn.
Wezîrê Derve yê DYAyê diyar kir ku di hevdîtinên bi Îranê re "pêşketineke berbiçav" çêbûye, lê hîna lihevkirineke dawî nehatiye bidestxistin.
