Gelo PKK û Esed lihev kirin?
PeyamaKurd- Li gor agahiyên di bazara medya ya ne fermî; PKK û Beşer Esed di mijara barajan (bendav) de li hev kirine. Wê PKK du bendavên mezin yên ku di destê wê de ne bidin rejîma Sûriyê.
Hat ragihandin ku ev mehekî ye di navbera rejîm û PKKê de hevdîtin dewam dikin û di encamê de, wê bendava Tabqa û Tişrîna ser rûbarê Firatê, bi her tiştê xwe ve dewrî rejîmê bikin. Li gor peymanê wê hêzên rejîmê bi temamî li her dû barajan bicîh bibin.
Bedela lihevkirina li ser her dû barajan wê rejîm elektrîk û avê bide deverên di bin desthilatiya PKKê de.
Hevdîtinên PKK û rejîmê di derbarê deverên ku petrol ji wan dertê, bi taybetî devera Dêrezorê ku niha di destê PKKê de ye dewam dikin.
Di çend rojên borî de heyeteka rejîmê ku di nava wan de pisporên Rûsyayê jî hebûn, seredana seha El Omerê kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin