Gelo artêşa Almanya dê di şerê Îranê de çi bike?
Îranê hin xalên li Herêma Kurdistan û Udunê jî kire armanc ku li wan xalan hêzên artêşa Almanî jî hebûn. Piştî vê yekê rewşa Almanya vekişîna hêzên xwe gotûbê dike.
RûpelNews - Êrîşên tolhildanê yên Îranê baregehên ku leşkerên Alman li Herêma Kurdistanê û Urdunê lê bi cih bûne, kirin armanc. Ji ber zêdebûna aloziyan, pirsan derbarê wê yekê de derdixe holê ka gelo dê hêzên Alman ên li herêmê vekişin an dê bimînin.
'Leşkerên Almanî rûbirûyê aloziyan dibin'
Li gorî nûçeya DW a Almanî, leşkerên Alman ji ber êrîşên tolhildanê yên Îranê li Rojhilata Navîn rûbirûyî aloziyeke zêde dibin. serbazên ku li Urdunê û Herêma Kurdistanê bi cih bûne, di dema êrîşên mûşekî yên Îranê de bûn armanc. Lijneya Operasyonê ya Hêzên Çekdar ên Alman piştrast kir ku baregeheke li nêzîkî Hewlêrê û baregeheke li Urdunê di êrîşan de bûne armanc. Leşkeran li cihên parastî û stargehan tedbîr girtin, di heman demê de sîstemên parastina hewayî mûşek û balafirên bêmirov bêbandor kirin.
‘Almanya ne alîyeke şer e’
Li gorî nûçeyê, Wezareta Berevaniyê ya Almanî diyar kir ku leşker rasterast nehatine armancgirtin û ew tenê "mêvan" bûn li baregehan. Wezîr Boris Pîstorîus tekez kir ku Almanya ne aliyekî şer e û leşkerên wê dê beşdarî vê pevçûnê nebin. Hikûmeta Federal diyar dike ku ya ji wan re herî girîng ewlehiya leşker û welatiyên Alman ên li herêmê ye.
Bundeswehr li Herêma Kurdistanê û Urdunê bi cih bûye
Beşdarî operasyonên li dijî DAIŞê dibin
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku artêşa Alman li Rojhilata Navîn du mîsyonên sereke bi cih tîne. Hat ragihandin ku wekî beşek ji UNIFILê, zêdetirî 200 leşkerên Alman sînorên deryayî yên Lubnanê diparêzin û perwerdehiyê didin. Herwiha, li Iraq û Herêmê, ew beşdarî operasyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê dibin.
