Îranê çi bersiv da îdîayên Amerîkayê yên derbarê 'lihevkirinê' de?

25 adar 2026 09:32

Di rojên dawî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Îran dixwaze bi wan re lihev bike. Derabarê gotinên Trump de rêveberiya Tehranê ragihand ku ew bi şert û mercên heyî venagerin ser maseyê danûstandinan.

Îranê çi bersiv da îdîayên Amerîkayê yên derbarê 'lihevkirinê' de?

RûpelNews - Ji ber ku şerê Îranê raweste Serokê Amerîkayê Donald Trump di van rojên dawiyê de gelek daxuyaniyên cûda dike. Herî dawî got ku, Îran dixwaze bi Amerîkayê re dîsa rûne ser maseyê danûstandinan.  

Îranê daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Trump ên derbarê danûstandinên berdewam ên di navbera her du welatan de red kirin.

Îranê bersiva Trump da

Serbazê pilebilind ê Îranê Îbrahîm Zolfegharî ku berdevkê Baregeha Navendî ya Xatem el-Enbiya ye, di daxuyaniyekê de bi rêya ajansa nûçeyan a Farsê ragihand ku îdiayên rêveberiya Amerîkayê yên derbarê danûstandinan de rastiyê nîşan nadin.

Zolfagharî destnîşan kir ku divê Amerîka geşedanên li ser erdê wekî 'peymanekê' bi nav neke, û lê zêde kir ku helwesta heyî ya Îranê neguheriye û di navbera her du welatan de tu egera lihevkirinê nîne.