Gates: Bi hêvî me heta dawiya sala bê derziya korona bê çêkirin
20 nîsan 2020 03:48
PeyamaKurd – Yek ji kesê herî dewlemendê cîhanê û damezrînerê Microsoftê Bill Gates ku di sala 2015an de hişyariyar vîruseke koronayê dabû, derbarê derziya ku bibe sedema nemana koronaya nû Covid-19 daxuyanî dan.
Gates di bernameyeke piştevaniya têkoşîna bo koronayê ya li Amerîkayê de, derbarê derziya Covid-19 de wiha got:
“Niha gelek ceribandinên derziyên namzed ên ku em piştevaniya wan dikin hene. Ji bo yekê ji wan bi hêvî me dawiya sala bê were çêkerin. Divê em jî piştrast bin ku ew bigihe tevahiya dinyayê.”
Gates ji bo wê derziya navborî jî destnîşan kir ku pêwîste ne tenê xelkê Amerîkayê hemû mirovên dinyayê ji nexweşiya Covid-19 biparêze.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sam: Heta dawiya salê rêkeftina bi Îsraîlê re mimkun e, lê bi sertekî
22 mjd 2025
Tenduristî
Elon Musk: Heta dawiya sala bê wê hisê çêkirî ji yê mirovan derbas bike
10 nsn 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin