Gamêşê dişibiya Trump, ji serjêkirinê rizgar bû

27 gulan 2026 23:47

Gamêşê bi navê 'Trump', ku dişibe Serokê DYAyê Donald Trump, piştî ku li ser medyaya civakî navdar bû, ji serjêkirinê hat xilas kirin. Gamêşê ku nehatiye serjêkirin, hatiye parastin.

Gamêşê dişibiya Trump, ji serjêkirinê rizgar bû

RûpelNews - Gamêşê albînoyê ya kêmpeyda yê 700 kîloyî li Bangladeşê, ji bo cejnê hatibû plankirin ku were serjêkirin. Dema ku dîmenê gamêşê ku dişibiya Trump, li ser medyaya civakî belav bû, hikûmetê tenê çend saet berî ku were serjêkirin destwerdan kir.

Li gorî raporteke AFPê, Rêveberê Baxçeyê Ajelan ê Neteweyî Atiqur Rahman got, "Me ji bo gamêşî qefeseke taybet veqetandiye û lênêrerek jê re destnîşan kiriye; ew dê du hefteyan di karantînayê de were girtin." Rahman got ku dê baş li gamêşî were nêrîn.

Xwediyê berê yê gamêşî, Zia Uddin Mridha yê 38 salî, got ku birayê wî ji ber 'rengê wî yê neasayî' navê 'Trump' li gamêşî kiriye. Mridha behs kir ku çawa girseyeke mezin ji bo dîtina gamêşî kom bûbû. Mridha 'Trump' beriya Cejna Qurbanê firotibû.

Piştî ku gamêşê li ser medyaya civakî navûdeng bi dest xist û hikûmetê ferman da ku 'gamêş neyê serjêkirin', polîsî destwerdan kir. Serokê Rêvebiriya Polîsan a li Keraniganj, Dhakayê, cihê ku gamêş lê hatibû girtin, got, "Daîreya Xwedîkirina Ajelan daxwaz ji me kir ku em gamêşî ji xwediyê wê bistînin ji ber ku ew ajelek kêmpeyda ye."

Serokê polîsan her wiha destnîşan kir ku gamêş hîn pir ciwan bû û dê çend salên din bê xwedîkirin.