G20, ji bo xwedana hev ya aboriya dinyayê, banga hevkarî û yekîtiyê kir
PeyamaKurd – Di zîrwa G20an de, ji bo di asta navdewletî de aboriya dinyayê xwe bide hev, bang hat kirin ku yekîtî û hevkariya dinyayê çêbibe. Zîrwa G20an li welatê Endonezyayê li Girava Baliyê dewam dikir. Zîrwe 2 roj ajot û di roja dawiyê de ku wê êdî zîrwe biqede, serokkomarê Endonezyayê Joko Widodo, bang kir ku divê karsazên navdewletî xweşbîn bin û ji bo di asta navdewletî de xwe xwurt bikin, bihevre bixebitin.
Widodo, balê kişand ser pandemiya Kovid-19 ê, gengeşeyên jeopolitik, xida, enerjî û krîzên fînansê û weha got:
“Min got ji bo her pirsgirêkê û zahmetiyekî daîma rohniyekî hêviyê heye. Ji ber wê reşbîn nebin.”
Serokê B20an yê Endonezyayê Shinta Widjaja Kamdani, ji bilî sehayên îsal yên B20an, karsazên veberhênanê, bazirganî û pêşniyarên ji bo G20an bên kirin temamê karsazan aniye cem hev.
Mijarên ku G20 li serê xwe hûrkirine, li ser bingeha ‘xwedana bihevre, xwedana xwurtkirinê’ hat avakirin û mijarên wan; ‘avahiya tenduristiya navdewletî, enerjî û dagera dîjîtaliye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin