G20 bo xurtkirina aboriya dinyayê çi ji dest were dê bikin

15 cotmeh 2020 03:24
G20 bo xurtkirina aboriya dinyayê çi ji dest were dê bikin

PeyamaKurd – Wezîrên darayî yên endamên welatên G20 ê tevî serokên bankayên navendî yên heman welatan soz dan ku bo desteka îstîqrara darayî û aboriya kureyî “çi pêwist be” dê bikin.

Civîna wezîr û serokên bankayên navendî yên welatên endamên G20 ê bi rêya videokonferansê civîna xwe kirin û piştî civînê bo çapemeniyê agahiyan dan. Di agahiyan de gotin ku ast bi ast divê aborî normal bibe, bandora tevgerên siyasî xwe dide hîskirin û nîşanên xwedanahev ya aboriya dinyayê hene. Di beyanê de weha hat ragihandin:

“Bo parastina jiyan, kar û dahatên mirovan, desteka daneheva aboriya kureyî, zêdekirina berxwedana sîstema aborî, di destê me de çi derfet hebin em ê temamê alavên siyasetê bikarbînin.”