Fûtbolîstê navdar Diego Armando Maradona wefat kir

25 mijdar 2020 22:41
Fûtbolîstê navdar Diego Armando Maradona wefat kir

PeyamaKurd – Fûtbolîstê navdar yê ji Arjantînê Diego Armando Maradona di 60 saliya xwe de bi sedema rawestana dilî canê xwe da.

Bi sedema ku di mêjiyê wî de pirtikên xwînê xitmandinê çêkiribûn, demekî berê, di serê  vê mehê de emeliyat bûbû.

Federasyona fûtbolê ya Arjantînê piştî agahiya wefata Maradona, di ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de weha got:

“ Di xweşiyê de bimîne. Her dilê ku di dinya fûrbolê de davêje, tu yê heya bi heya tê de bijî.”