Fransayê peyama piştgiriyê ji Herêma Kurdistanê re şand
Hikûmeta Parîsê hevgirtina xwe ya li hember êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê tekez kir.
RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzani duh êvarê bi rêya telefonê bi Jean-Noël Barrot re axivî.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Fransayê Barrot "hevgirtin û piştgiriya" welatê xwe li hember êrîşên dawî yên li dijî Herêma Kurdistanê dubare kir.
Di civînê de, pêşketinên ewlehiyê yên li herêmê bi berfirehî hatin nîqaşkirin û pêwîstiya zêdekirina têkiliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk hate teqez kirin.
Her wiha herdû alîyan li hev kirin ku ji bo parastina aştî û aramiyê hevahengiya nêzîk bidomînin.
Ji aliyekî din ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransayê kir ji bo piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê û diyar kir ku hem hikûmeta Parîsê û hem jî civaka navneteweyî roleke girîng di kêmkirina aloziyan û dûrxistina herêmê ji pêla nû ya pevçûnan de dilîzin.
