Fransayê balafirên Mirage 2000 radestî Ukraynayê kir
06 sibat 2025 22:12
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Fransayê ragihandin ku ji bo piştevaniya parastina asmanê Ukraynayê, yekem partiya balafirên Mirage 2000 bo Kîevê hatine şandin lê hejmara wan nedahe eşkerekirin.
Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu li ser medya civakî eşkere kir, yekem beşaa balafirên "Mirage 2000-5" wan radestî Ukraynayê kiriye.
Lecornu got ku dê pîlotên Ukraynî yên li Fransayê hatine perwerdekirin wan balafiran bikar bînin.
6ê Hezîrana 2024an Serokomar Emmanuel Macron, dabû xuyakirin ku ew dê wan balafiran di demeke nêzîk de radestî Ukraynayê bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sirbistan ji Fransayê bi 2,7 milyar Euroyî 12 balafirên Rafale dikire
29 tbx 2024
Rojhilata Navîn
Balafirên Brîtanya û Fransayê li Sûriyê êrîşê DAIŞê kir
04 rbn 2026
Cîhan
Fransayê Kurdek bi tohmeta PKKê radestî Tirkiyê kir
10 nsn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin