Fransa û Almanya dê alîkariya didin WHOyê zêde bikin

26 hezîran 2020 12:33
Fransa û  Almanya dê alîkariya didin WHOyê zêde bikin

PeyamaKurd - Fransa û Almanya dîyar kirin ku dê alîkarîya aborî ku didin Rêxistina Tunduristî ya Cîhanê (WHO), zêdetir bikin.


Di daxuyaniyên her du dewletan de hat gotin, îsal Almanya dê 500 mîlyon Euro, Fransa jî dê 140 mîlyon Euro alîkarî bide.


Serokê Amerîka Donald Trump meha borî gotibû ku wan alîkarîya bo WHO’yê rawestandiye.


Berî biryara Trump, ji nav welatên cîhanê herî zêde Amerîka alîkarî dida WHO’yê.


Karbidestên Almanya û Fransa dan zanîn ku ti peywendîya alîkarîya wan bi biryara Trump re tune.