Fransa: Em ji bo dabînkirina aramiyê li Herêma Kurdistanê bi biryar in

06 sibat 2024 16:57
Fransa: Em ji bo dabînkirina aramiyê li Herêma Kurdistanê bi biryar in

PeyamaKurd – Nûnerê Fransayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Nicolas de Riviere ragihand ku welatê wî ji êrîşên Pasdarên Şoreşa Îranê yên li dijî Hewlêrê nîgeran e.

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê êrîşên Amerîkayê yên li ser Iraq û Sûriyê di saet di 00:00an de bi dema Hewlêrê destpê kir.

Nûnerê Fransa Nicolas de Riviere di civînê de daxuyaniyek da û got ku welatê wî bi tundî ji rewşa Rojhilata Navîn dilgiran e û di şerê li dijî êrîşên terorîstî de hevkar û piştevanê Amerîkayê ye.

Riviere diyar kir ku Fransa di şerê li dijî terorê de piştgiriya rayedarên Iraqê dike û diyar kir ku ew bi biryar in ku li Iraq û Herêma Kurdistanê aramî, aştî û ewlehiyê pêk bînin.

Riviere amaje bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê jî kir û got, “Em êrişên li dijî Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Fransa herwiha li hember êrişên Pasdarên Şoreşê yên li ser Hewlêrê ku serweriya Iraqê binpê dike û ji ber zêdebûna aloziyan û kuştina sivîlan nîgeran e.”