Fransa 5 mîlyar deynê xwe ji Sûdanê nastîne

18 gulan 2021 03:54
Fransa 5 mîlyar deynê xwe ji Sûdanê nastîne

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku dê 5 mîlyar dolar deynê li Sûdanê ye, dê jê nestîne. Macron ragihandina xwe di ‘konferansa derbasbûna demokrasiyê ya Sûdanê’ de kir. Her weha Macron got ku ew kêfxweşin Amerîkayê navê Sûdanê ji nav welatên ku terorê destek dikin derxistiye.

Macron got ku girînge Sûdan reformên demokratîk bike, destekê didin derbasbûna Sûdanê bo demokrasiyê û wê 5 mîlyar dolar deynê Sûdanê jê bibin.