Firotina alkolê li Şamê hat qedexekirin

17 adar 2026 14:01

Hikûmeta demkî ya Sûriyê firotina alkolê li Şamê qedexe kir; tenê li sê taxên Xiristiyanî bi awake sînordar firotina alkolê serbest e.

Firotina alkolê li Şamê hat qedexekirin

RûpelNews - Hikûmeta demkî ya Sûriyê biryarnameyeke nû ragihand. Li gor vê biryara nû li paytexta vî welatî Şamê li xwaringeh û clubên şahiyê firotina vexwarinên bi alkol bi temamî hat rawestandin.

Firotina alkolê tenê li 3 staxên Xiristiyanan ên wek li Bab Tuma, Qasa, Bab Sharqi bi merc serbest hat hiştin. Dezgehên li van taxan ku bixwazin alkol bifiroşin divê ruhsateke taybet bistînin û ligel vê cihên van dezgehan pêwîst e dûrî mizgeft, dibistan û dezgehên fermî bibin

Hinceta qedexeyê wek “parastina exlaqa xelkê” hat destnîşankirin.