Fîrmaya çîmentoyê ya fransî bi piştgiriya DAIŞê sûcdar hat dîtin

13 nîsan 2026 14:44

Dadgeha Cezayê ya Parîsê fîrmaya çîmentoyê ya Fransî Lafarge ji ber piştgiriya wê ya ji DAIŞê re bi rêya çalakiyên xwe yên li Sûriyê, sûcdar dît.

Fîrmaya çîmentoyê ya fransî bi piştgiriya DAIŞê sûcdar hat dîtin

RûpelNews - Dadgeha Cezayê ya Parîsê şîrketa çîmentoyê ya fransî Lafarge ji ber "fînansekirina rêxistineke terorîst" di çarçoveya çalakiyên wê yên li Sûriyê de di heyama salên 2013-2014an de sûcdar dît.

Dadgeha Cezayê ya Parîsê biryara xwe di doza ku tê de Lafarge, wekî kesayetiyeke hiqûqî û heşt kes ji ber "fînansekirina rêxistineke terorîst" di çarçoveya çalakiyên wan ên li Sûriyê di heyama 2013-2014an de dihatin darizandin, ragihand.

Seroka Dadgehê Isabelle Prevost-Desprez diyar kir ku Lafarge bi domandina operasyonên xwe li Sûriyê di wê heyamê de "hilbijartinek" kiriye.

Dadger Prevost-Desprez ragihand ku di civîneke Îlona 2012an de biryar hatibû dayîn ku di bin navê "dravdanên ewlehiyê" de pere ji rêxistinên terorîst re bê dayîn, û diyar kir ku, di çarçoveya sûcên navborî de, şîrketê bi giştî heta 5.6 milyon euro pere daye sê komên çekdar ên li herêmê, ku DAIŞ jî di nav de bû.

Dadgehê biryar da ku Lafarge û heşt kes di derbarê çalakiyên xwe yên li Sûriyê de bi "fînansekirina rêxistineke terorîst" sûcdar in.

Belgeyên ku fînanseya DAIŞê îsbat dikin hatibûn weşandin

Di 7ê Îlona 2021an de, belgeyên ku îsbat dikin ku şîrketa fransî Lafarge bi zanîna îstixbarata fransî pere daye DAIŞê hatin weşandin, û ev yek bû sedema hejandineke cîhanî.

Wekî beşek ji lêpirsîna ku di Hezîrana 2017an de li dijî şîrketê hatibû destpêkirin, gelek rêveberên payebilind, di nav de Bruno Lafont, Serokê berê yê Lijneya Rêveberan a Lafarge, bi "fînanskirina terorê" hatin tawanbarkirin.

Di 16ê Cotmeha 2024an de, sê dadwerên lêkolîner ên berpirsiyarên dozê biryar dan ku Koma Lafarge û çar rêveberên berê yên şirketê bi tawana binpêkirina ambargoya Yekîtiya Ewropayê (YE), ya ku her têkiliyeke darayî an bazirganî bi rêxistinên terorîst, di nav de DAIŞ jî, qedexe dike, derkevin pêşberî dadgehê.

Doza li dijî Lafarge, wekî kesayetiyeke hiqûqî, û heşt kesan, ku bi "fînansekirina rêxistineke terorîst" di çarçoveya çalakiyên wan ên li Sûriyê di navbera salên 2013-2014'an de hatibûn tawanbarkirin, di Mijdar-Kanûna 2025'an de li Dadgeha Cezayê ya Parîsê hate guhdarîkirin.