Financial Times: Ti caran Erdogan ev qasî zeîf nebûbû!
PeyamaKurd- Rojnameya Îngîlîzî ya bi navê Financial Timesê got ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ti caran ev qasî zeîf nebûbû.
Di 24ê Hezîranê de Tirkiyê dikeve hilbijartineke pir girîng de. Rojnameya Îngîlîzî ya bi navê Financial Timesê bi sernavê “Qumara Erdogan” nivîsek weşand û îfadeyên balkêş bi kar anîn.
Financial Timesê wiha berdewam kir: Erdogan niha pir hêzdar e, lê belê berî hilbijartinê roja yekşemê, ti caran Erdogan ev qasî zeîf jî xuya nekiribû. Erdogan dixwaze di vê hilbijartinê de hêza xwe hê jî zêdetir bike. Erdogan berî niha bi du mehan biryara hilbijartinê stand. Çima? Lewra aborî xirab dibû û muxalefet jî hê pir zeîf bû. Lê belê anketên ku têne kirin, nîşan didin ku muxalefet niha ew qasî jî ne zeîf e û dibe ku piraniya parlamentoyê jî ji Erdogan bistînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin