Financial Times: Erdogan li ser zemîna semîtok dilîze...

08 tîrmeh 2019 23:55
Financial Times: Erdogan li ser zemîna semîtok dilîze...

PeyamaKurd – Rojnameya Îngilîz Financial Times li ser têkçûna rewşa aborî ya Tirkiyê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, dest ji kar kişandina Serokê Banka Navendî Murat Çetinkaya nirxandinek weşand.

Gotara Financial Timesê balê dikişîne ser biryara karvekişandina serokê banka navendî ya Tirkiyê û dibêje, ji aliyê Erdogan ve careke din saziyeke dewletê û polîtîkayên diravî li hember cîhanê tê bê îtibar kirin û tê gotin, bi kirîna S-400an re dorpêçên li ser Tirkiyê bên sepandin dê nirxa lîreyê tirk kêmtir bike ku ev jî tişta herî dawî tê xwestin e.

Herwiha tê diyarkirin ku sedema vê aloziya li ser aboriya Tirkiyê û guhertina serokê banka navendî, redkirina Erdogan a zêdekirina faîzan e.

Rojname dibêje, Erdogan li ser zemîneke şemîtokî dilîze û dide xuyakirin, guman heye ku serokê nû yê Banka Navendî Murat Uysal nikare li gorî daxwazên Erdogan kar bike û van hemleyên Erdogan jî wekî ‘lîstina bi agir a welatekî bi aboriya xwe girêdayî derve’ şîrove dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji doh 7ê Tîrmehê ve ku Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê ji kar hat kişandin, nirxê lîreyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîkî bi qasî 3 pûanan kêm bû ku dibe daketina nirxê lîre bi anîna Tirkiyê ya S-400ên rûsî re zêdetir bibe.

Nûçe / Werger - PeyamaKurd