Fevzî Bulgan: Em êrîsên dijî Kurd û Kurdistanê qebûl nakin

23 tîrmeh 2019 19:29
Fevzî Bulgan: Em êrîsên dijî Kurd û Kurdistanê qebûl nakin

PeyamaKurd - Erîşa bajarê Trabzonê (ku yek ji bajarên Tirkîyê ê ku herî zêde bi nijadperestîya xwe ve tê naskirin ) ya li hember geştîyarên Kurdistanê bû sedema bertekên tund li hemberî vê bûyerê.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê AZADÎ Fewzî Bûlgan pirsên Peyamakurd ên li ser vê bûyerê û derbarê pisgirêka Kurd ya li Tirkiyê bersivand.

Bulgan dibêje:  “Em bi xurtbûn û pêşveçûna statuya Kurdistana Başûr kêfxweş û şanaz dibin. Em tevger û xebatên li dijî Hikumet û Rêveberîya Herêma Kurdistanê şaş dibînin. Em dixwazin bi Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ra têkilîyên xwe xurt bikin.”

Ezbenî. Ji kerema xwe hûn dikarin ji me re hinekî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa Azadî bidin naskirin?

AZADÎ, di meha Hezîrana 2012an da wek Ji bo Maf, Dad û Azadî Însîyatîfa Îslamî ya Kurdistanê / Însîyatîfa Azadî hate damezrandin. Di Îlona 2014an da jî biryara hereketbûnê hate girtin. Armanc, daxwaz û xebata Azadîyê ya sereke, bidestxistina mafê gelê kurd û statuya Kurdistanê ye. Hereketa Îslamî ya Kurdistanê AZADÎ kar û xebatên xwe bi rê û rêbazên aştîyane dimeşîne. Em dixwazin pirsgirêkên sîyasî û civakî bi rêya dîyalogê, bi danûstandinan, li gor maf û azadîyên mirov û miletan werin çareserkirin.

Li Kurdistana Bakûr gelek rêxistinên Kurdî hene. Gelo partîya we bi wan rêxistinan ve di nav têkilîyek çawa da ye?

Fewzî Bûlgan: Doza Kurd û Kurdistanê gellek giran e. Bi yek şexs û yek rêxistin nahê parastin. Heta ji me tê em bi kesayet, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî re kar û xebatên hevbeş dikin. Têkilîya me bi wan re xurt e. Em wek tevgerek sîyasî bêtir xebatên sîyasî û dîplomatîk dimeşînin lê piştgirî didin xebatên ji bo ziman û perwerdeya kurdî, xebatên çandî, hunerî, civakî, aborî û dîrokî ku ji bo miletê me gellek girîng in. Ji bo Tifaqa Kurdistanî ya mayînde her dem hewl, liv û tevgerên me hene. Ji bo ziman û perwerdeya kurdî bi beşdarîya AZADÎ û heşt partî û rêxistinên kurdan Platforma Zimanê Kurdî hatîye îlankirin û xebatên xwe dimeşîne. 

Van salên dawî da li Tirkîyê li gelek deveran êrîşên hovane li hember gelê Kurd têne kirin. Herî dawî li bajarê Trabzonê êrîşên geştîyarên Kurdistanê kirin. Lê li alîyê din Hikumeta Tirkiyê wezîrê xwe şand boy beşdarbûna merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî. Gelo hûn van nakokîyan çawa dinirxînin?

Fewzî Bûlgan: Em êrîşên li dijî kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin. Heyf û mixabin pergala kemalîst hebûn û mafê kurdan înkar kiriye û ev hê jî didome. Asîmîlasyon, kuştin, êriş û lêdanên li dijî kurdan bi tundî dimeşînin. Têkilîyên Hukumeta AKP û Erdogan bi Hukumeta Herêma Kurdistanê û Birêz Mesûd Barzanî ra erênî bûn. Lê heyf û mixabin li dijî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bertekek tund nîşan dan û bi neyartî tevgeriyan. Ew sîyaseta hukumet û dewleta Tirkîyê gelek xelet bû ku îro ketine tengasîyê û nikarin wî bimeşînin. Ji bo berjewendîyên xwe bi Hikumet û Herêma Kurdistanê re dixwazin têkilîyên xwe xurt bikin. 

Pêşnîyarên partîya we ji bo kêşeya Kurd li Tirkîyê çine?

Fewzî Bûlgan: Divê Tirkiye jî, dewletên dagirkerên Kurdistanê jî û hemû dinya jî qebûl bike ku kurd mileteke mezin e û maf û daxwazên miletan çine, kurd jî wan dixwazin. Divê li Tirkîyê demildest perwerdeya kurdî destpê bike, zimanê kurdî bibe fermî û statuya Kurdistanê were qebûlkirin. 

Têkilîyên Azadîyê li gel Hikumeta Kurdistanê çawa ne?

Fewzî Bûlgan: Em, Hereketa Îslamî ya Kurdistanê AZADÎ tevgerek azad û serbixwe ne. Di heman demê da em hevkarî û piştgirîya kurdan û Kurdistanî gellek girîng dibînin. Em bi xurtbûn û pêşveçûna statuya Kurdistana Başûr kêfxweş û şanaz dibin. Em tevger û xebatên li dijî Hukumet û Rêveberîya Herêma Kurdistanê şaş dibînin. Em dixwazin bi Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ra têkilîyên xwe xurt bikin. 

PeyamaKurd: Ji bo ku we pirsên me bersivandin em spasîya we dikin.

Fewzî Bulgan: Em ji we re gellek sipas dikin û di kar û xebatên we de serkeftin dixwazin.

Fevzî Bulgan kîye:

Di sala 1972yan da li Îdirê hatime dinyayê. Di dirêjahîya temenê xwe da ez di nava komên curbicur ên dînî û sîyasî da xebitîm. Niha bi karên mîmarîyê ra mijûl im. Bavê sê zarokan im û vê gavê di gel malbata xwe li Stenbolê dijîm.