Festîvala Muzîkê bi besdariya çar parçeyên Kurdistanê dest pê dike

18 mijdar 2019 01:34
Festîvala Muzîkê bi besdariya çar parçeyên Kurdistanê dest pê dike

PeyamaKurd - Duyemîn Festîvala Muzîkê ya Kurdistanê sibe duşemê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dest pê dike. Festîvala Muzîkê ji 18ê mehê heta 20ê Mijdarê berdewam dike û ji her beşên Kurdistanê hunermend û komên muzîkê beşdariyê dikin.

Rêvebirê Giştî yê Çand û Hunerê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Ferheng Gafur ji medya Kurdistanê re ragihand, Duyemîn Festîvala Muzîkê ya Kurdistanê 18ê Mijdarê li Hewlêrê bi piştgiriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan destpê dike.”

Lawan Ferheng Gafur, kêxweşiya bo bicihanîna soza festîvala muzîkê ya duyemîn anî ziman û wiha axivî: “Weke me di festîvala yekem de soz daye, bi beşdariya hunermendên ji hemû perçeyên Kurdistanê û çend welatên Ewropayê sibe festîvala duyemîn dest pê dike. Em kêfxweş in ku me soza xwe bicih kir. 8 grûbên muzikê beşdarî festîvalê dibin.”

Li gorî bernameya festîvalê; Ji Bakurê Kurdistanê Koma Serhed, ji Rojhilatê Kurdistanê Koma Muzîkê ya Rûnak, ji Rojavayê Kurdistanê Koma Serxwebûn bi muzik û stranên xwe beşdarî festîvalê dibin û ji Başûrê Kurdistanê  jî ji bajarên Kerkûk, Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Helebceyê hunermend û komên muzikê beşdarî festîvalê dibin.

Bernameyên festîvala ku heta 20ê Mijdarê berdewam dike, her roj li demjimêr 17:00 dest pê dikin.