Festîvala Kurtefîlman a Astî û Pêkvejiyanê tê lidarxistin

01 tebax 2022 15:32
Festîvala Kurtefîlman a Astî û Pêkvejiyanê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê Festîvala Kurtefîlman a Aştî û Pêkvejiyanê tê lidarxistin.

Bi hevbeşiya ajansa Netewên Yekbûyî (NY) ya UNDP û bi budceya hikûmeta Almanya ve ji aliyê şîrketa Mestî Fîlm ve, Festîvala Kurtefîlman a Aştî û Pêkvejiyanê ku yek ji çalakiyên projeya “Bi bingehkirina şiyan û bihêzkirina torbendiya medyakarên ciwan ên di warê bi bingehkirina aştî û pêkvejiyanê ye” tê lidarxistin

Li gor zanyariyan, fîlmên wê festîvalê, wê rojên 21 heta 23yê Îlonê bên pêşandan û wek rêxistvanên festîvalê ragihandine, armanca karê wan têkelkirina çandên cuda yên li Iraqê ye û bi hevnasandina wan çandana ye, herwiha tekoşîna li dijî tundiyê ye.

Hat zanîn ku piştî qedandina festîvalê jî, 3 xelat wê ji yekem, duyem û sêyeman re bên dayîn.