Li Hewlêrê Festîvala Bedewiyê ya Hespên Erebî hat lidarxistin
11 berfanbar 2022 18:35
PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, Festîvala Sumer a Bedewiya Hespên Erebî hat lidarxistin.
Di festîvalê de, 111 hesp û mehînên bi temenên cuda ji bo wergirtina xelatên 750 hezar dolarî ketin pêşbirkê ku di encama pêşbirkeke dijwar de hespê herî bedew hat hilbijartin.
Pêşbirka Festîvalê ya Bedewiya Hespên Erebî, bi sponsoriya Yaneya Hespsiwariyê ya Hewlêrê hat lidarxistin û hakem ji Îmarat, Îtalya, Swîsre, Fransa û Rûsyayê hatibûn.
Di festîvalê de gelek pispor û xwediyên hespan ji welatên Erebî û cîhanê beşdarî kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Li Hewlêrê Festîvala Pirtûkan û Astiyê tê lidarxistin
21 mjd 2025
Magazîn
Heftiya bê li Hewlêrê dê Festîvala Sevên Remezanê pêk bê
07 adr 2025
Jiyan
Festîvala pêswaziya li sala 2025an Hewlêrê hat vekirin
26 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin