Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran hat diyarkirin

01 adar 2026 08:39

Piştî kûştina Mihemed Pakpur, Ahmed Vahidî wek Fermandarê nû yê Supaha Pasdarên Îranê hat tayînkirin.

Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran hat diyarkirin

RûpelNews - Ev tayînkirin piştî kûştina fermandarê berê, Major Mihemed Pakpour, di êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine kirin de pêk hat.

Hat ragihandin ku Ehmed Vahîdî li şûna Mihemed Pakpûr, fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ku di dema şerê çekdarî de hat kûştin, hatiye tayînkirin.

Çi qewimî?

Duh, Îsraîl û Amerîkayê operasyoneke berfireh li dijî Îranê dest pê kirin, ku di encamê de heft berpirsên payebilind hatin kuştin, di nav wan de Rêberê Bilind Elî Xameneyî, Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Pakpûr, Wezîrê Parastinê Ezîz Nasirzade û şêwirmendê ewlehiyê Elî Şemxanî hebûn.

Ehmed Vahidî wekî fermandarê nû yê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê li şûna Pakpûr hate tayînkirin.