Fermandarê Îsraîlê pêsbîniya serekî mezin ê li sînorên Lubnan û Sûriyê kir
PeyamaKurd – Fermandarê artêşa Îsraîlê di Lîwaya Topxaneyê ya 282yemîn de, Nimrod Tzibolsky, pêşbînî kir ku dê şerê dahatûyê rû bide, li gelek eniyan be û li sînorên Lubnan û bakurê Sûriyê rû bide.
Fermandarê Îsraîlî bal kişandiye ser tetbîqata du heftê berê ya ligel Hêzên Navendî yên Amerîka (Centcom) û gotiye, wan simulasyona şerê li sînorên bakurê Îsraîlê di wê tetbîqatê de kiriye ku ew pêşbînî dikin, şerekî mezin ê pir eniyan li wê herêmê rû bide.
Herwiha Nimrod Tzibolsky, daye zanîn ku ew di çarçoveya tetbîqatê de şerê rastîn simule dikin.
Li aliyê din di meha Hezîranê de, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant jî bal kişandibû ser gef û xeteriyên Îsraîl rûbirûyî dibe û gotibû, ew dê ji bo yekîtiya Îsraîlê û parastina gelê cihû çi bikeve ser milên wan bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin