Fermandarê Gistî yê HSDê: Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî zêde dike

23 nîsan 2022 14:31
Fermandarê Gistî yê HSDê: Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî zêde dike

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser êrîşên balafirên bêfirokvan ên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike.”

Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike. Armanckirina Kobanî, topbarankirina sivîlên bêguneh, kuştina kesayetiyên îdarî bi balafirên bêfirokevan provokasyon in ku ewlehî û aramiyê dixe metirsiyê û operasyonên li dijî DAIŞê asteng dike.”