Ferhad Kerkûkî yê PDK yî: Li Kerkûkê Erebkirin û sowenîstî talûka herî mezine
PeyamaKurd – Endamê baregeha Rêxistinî yê Kerkûk û Germiyanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ferhad Kerkûkî ji bo Basnewsê ragihandiye ku di nav sînorê Kerkûkê de Erebkirin û şowensîtiya Ereb bi planekî talûke dewam dike. Kerkûkî her weha ragihandiye ku hewldana tevgera dûrkirina Kurdan ji Kerkûkê dewam dike. Ferhad Kerkûkî weha gotiye:
“Erebkirina Kerkûkê di salên 1960an de destpêkiriye û îro yên ku didin dewamkirin hinek Erebên şowenîst û rêvebirên Ereb in. Ev rewş pir zelal e. Îro jî weka ku berê dikirin, dest datînin ser erd û erseyên xelkê. Tevî tapoyên Kurdên Kerkûkê hene jî, Erebên ku ji orta û başûrê Iraqê hatine dest datînin ser erdên cotyarên Kurd û bi zorê dikin. Neheqiyekî temame.
Tiştên tên kirin rewa nînin û rêvebirên Iraqê van kiryan baş dizanin. Dest datînin ser araziyên Kurdan û nahêlin karên xwe bikin. Araziyan îşxal dikin. Van kiryaran tev di bin desthilata parêzgerê Kerkûkê yê nerewa û li dijî qanûnan hatiye tayînkirin û bi desthilata artêşa Iraqê dibin. Weka araziyên Kurdan yên leşkerî bin, dest datînin ser. Kurd bi salaye van araziyan dajon û çandiniya wan dikin.
Niha dixwazin bi zorê dest deynin ser araziyên Kurdan û wan ji Kerkûkê dûr bixin. Rejîma Baasê heya 20 sal berê vêya kir lê negiha ti encamî. Sedema vêya jî îxaneta 16 ê cotmeha 2017a ye. Heya wê rojê her tişt di destê me de bû û çend km mabû ku em xwe bigihînin Çiyayê Hemrînê. Helbet Ereb û Turkmen birayên me ne lê me ti carî bi zorê dest nedaniye ser araziyên wan. Kurd tenê li mal û mulkên xwe xwedî derketin. Îro parêzgerê îtxal yê tayînkirî, Erebên îtxal aniye Kerkûkê, destekê dide wan, dike ku li Kurda zilmê bikin û Erebkirdinê bi artêşê re bi sistematîk dide dewamkirin.”
Hêzên ji bo Kerkûkê hatine tayînkirin, çend roje di sînorên Sergeran û Topzawa de ji bo cotyarên Kurd probleman çêdikin û kes tine li hemberê van kiryarên bi zorê û nerewa bisekine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin