Felat Bozarslan bû serokê Yekîtiya Rojnamevanên Basûrê-Rojhilat

12 mijdar 2023 01:36
Felat Bozarslan bû serokê Yekîtiya Rojnamevanên Basûrê-Rojhilat

PeyamaKurd – Di kongra awarte ya Yekîtiya Rojnamevanên Başûrê-Rojhilat de, Felat Bozarslan bû serokê rêxistinê. 321 endamên rêxistinê tevlî kongrê bûn.

Kongre li navenda rêxistinê ya li Parka Sumerê ya Diyarbekir pêkhat û Bozarslan ji 321 dengan, 123 dengan girt. Ji 321 endaman 247 endam rayên xwe bikaranîn.

Di kongrê de 4 deng hatin betalkirin, Felat Bozarslan 123 deng û Mucahit Ceylan 120 deng sitend. Ceylan Bozarslan pîroz kir û jê re serkeftinê xwest.