Felaket im: Dibêje "Li vir im"
Pirtûka helbestên a dawî ya Çayan Okuducî "Felaket im" ne bi zimanê çareyê û ne jî bi zimanê xemê diaxive, ew dibêje li vir im. Pirtûk hem dîrokeke bi hêz a qedîm bi bîr tîne û hem jî li ser evînê bi awayeke resen cîh dide çend risteyen ji hev balkêş.
RûpelNews - Felaket... Ji navekî zêdetir e. Bangek, nifrînek, an ayînek e? An merasimeke tolhilanînê ye gelo? Gelek caran aşkerebûna bêhna jengargirtî ya bajarên mezin ku di bin giraniya betonê de asîman dixeniqîne, hêrsa ku xwe li rûyê me dide der e. Û mirov, di her gavê de siya xwe ji dest dike, êdî bawer nake ku siyeke wî ya ku lê bihewe heye.
Berxwedan li vê derê dest pê dike: Hin caran di nivîsa li ser dîwarekî de, hin caran di kulmên şidiyayî yên li ser çokên belengazekî de. Hin caran jî bi hêrsa aîdê zarokekî ku ne aîdî tiştekî ye, derdikeve pêş. Felaket, ne tenê hilweşîn e; felaket, şêwaza herî sotanker a bîranînê ye. Di serdema ku jibîrkirin tê ferzkirin, her tişt bi ronahiyên spî tê jêbirin de bibîranîn berxwedanek e.
Bajarên mezin, ên ku bi barûyên cam ên ku li ser xirbeyan bilind bûne pesnê xwe didin. Di binê erdê de, dîrokeke veşartî, zimanên hatine qedexekirin, stranên hatine bêdengkirin hê jî dijîn. Lewra her ax a dagirkirî, bîra xwe diparêze; her gelê hatiye kolekirin, şîna xwe vediguhezîne berxwedanê.
Felaket, li hember yên ku ji bîr dikin bibîranînek e, li hember bêdengiyê qîrînek e, li hember sertewandinê hawarek e.
Risteyek ji kitêbê:
buonasera delalê
ji araqa herî biçûk piçek bahoz û felaket
min zebeş jî kir paşila xwe
penêrê qerejdaxê jî heye
bila êvar bi ser te ve neçe
hê em ê herin daweta mitriban
