Fêdeyeka dinê ya sîrê hat tesbîtkirin

16 nîsan 2019 02:27
Fêdeyeka dinê ya sîrê hat tesbîtkirin

PeyamaKurd- Zanyarên li Zanko ya Lousville, piştî gelek lêkolînan di derbarê sîrê de gihan encameka dinê ku bo bedena mirov feda wê geleke. Eger mirov bi xavî sîr bixwe, tenduristiya rodiyan zêde dike û dike ku bîra mirov zinde bimîne. Gotara ku Daily Mail ê hat belavkirin, kesên ku bîra wan qelse, lêkolînan nîşan daye ku di rodiyan de kêm cûreyên mîkrobiyom hene û bi xwarina sîrê wan zêde dikin da bîra mirovî xurt bibe.

Li Zankoya Lousville li ser mişkan ceribandin hatine kirin û dîtine ku mişkên sîrê xav dixun, bêhtir xwedî bîrin û bêhtir bi sihhetin. Piştî gelek lêkolînan, bi xwarina sîrên xav, rê li ber nexweşîna parkînsonê û Alzheimerê girtine.

Sîr, di rodiyên mirovan de bi trîlyonan mîkroorganîzmayan tamîr dike.