Fazil Mîranî: Wê PDK û YNK bicivin
PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî bêyî ku dema wê bêje ragihand ku wê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicivin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdana Wezareta Tenduristiyê di civîneke rojnamevanî de got: “Hikûmetê bi hemû saziyên xwe ve, karekî baş kir. Pabendbûna welatiyan jî bi rênimayiyên tenduristiyê cîhê destxweşiyê û spasiyê ye.”
Derbarê civîna PDK û YNKê de Fazil Mîranî bêyî ku dema civînê diyar bike, tekez kir, herdu partî dicivin.
Derbarê wan êrîşên hin alî li ser pêkhateyên Herêma Kurdistanê de, ragihand, pêkhateyên netewî hevbeşê vî welatî ne, ne ku ji ti cihekî din hatine, ew hevbeşê dîroka vî welatî ne û xwe wek Kurdistanî dizanin, nûnertiya wan jî li Parlemanê heye û nabe ti kes minetan li ser wan bike.
Mîranî got, dema pêkhate nûnerên xwe kandîd dikin û dengên bilind kom dikin û dibin nûner, ti pêwendiya PDK û YNKê pê ve nîne, ji ber wê pêwîst nake tiştên xwe di serê pêkhateyan de vala bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin