Facebook û Instagram jî derbasî heyama tîka sîn a bi pereyan dibin
PeyamaKurd – Rêvebirê Meta Mark Zuckerberg ragihand, ew ê karûbarek abonetiyê bide destpêkirin ku wê bihêle bikarhênerên Facebook û Instagramê bi berdêlekî hesabên xwe verast bikin.
Piştî Twitter, Facebook û Instagram jî derbasî heyama tîka şîn a bi pereyan dibin.
"Meta Verified" (Hesabê Verified), ku destûrê dide bikarhêneran ku hesabên xwe verast bikin û ji wan re rehetiyên cihêreng peyda dike, ji hêla CEO yê Meta Mark Zuckerberg ve hate ragihandin.
Hesabê pejirandî wê mehê 11,99 $ û bikarhênerên iPhone-ê jî mehê 14,99 $ bidin.
Hat ragihandin ku pergala abonetiyê ya ku wê vê hefteyê li Awûstralya û Zelandaya Nû destpê bike, wê di pêşerojê de li welatên din jî bi berfirehî destpê bike.
Di daxuyaniyeke Meta de hat gotin, abonetî wê nîşanek şîn bide bikarhênerên drav, ji bo postên wan bêtir xuyangiyê, parastina li dijî kopiyan û hêsantir gihîştina karûbarê xerîdar bide.
Bikarhênerên ku xwe ji bo karûbar qeyd dikin, wê ji bo Çîrokên xwe û Vîdyoyên Reel ên ku li ser Instagram û Facebook-ê hatine şandin etîketên xwerû bistînin.
Nîşeya Meta Verified hîn ji bo serlêdan û kompaniyan ne vekiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin