Di gihandina platformên WhatsApp, Facebook û Instagramê de pirsgirêkên mezin hene

12 berfanbar 2024 02:11
Di gihandina platformên WhatsApp, Facebook û Instagramê de pirsgirêkên mezin hene

PeyamaKurd – Platformên medya civakî yên WhatsApp, Facebook û Instagramê naxebitin an di wan de, bi taybetî di gihandina peyam û agahiyan de pirsgirêkên mezin hene.

Li ser mijarê cîgirê wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Ömer Fatih Sayan ragihand ku pirsgirêka xwegihandina WhatsAppê ji nêz de dişopînin.

Pirsgirêka her sê platforman bi taybetî ji bo karsaz û nûçegihanan gelek girînge û dema qutbûn bibe, tora dinyayê ya danûsitendinan diroxe.